Diyarname
Ji bo Dora 3’yan a Kûpaya Tirkiyeyê îro pişke hat kişandin.
Di vê dorê de 31 tîmên di Dora 2’yem de bi ser ketine, tîmên ji lîgên din û 6 tîm jî ji Super Lîgê hene. Bi gşitî 72 tîm beşdarî vê lîgê hene.
Maçên Dora 3’yan wê rojên 27, 28 û 29’ê vê mehê bêne lîstin. Tîmên bi ser bikevin dê derkevin Dora 4’an.
Di vê Dora 3’yan de çend tîmên bajarên kurdan ên Dora 2’yan de bi ser ketibû û çend jî niha lê zêde bûne. Ji bo hin tîmên bajarên kurdan reqîbên mezin derketin. Ji van ji bo 12 Bîngolspor bû reqîbê tîma Lîga Super Alanya Sporê. Maç li Antalyayê ye.
Ji bo Bitlis 1916, Kars 36 û Agri sporê tîmên Lîga 1’emîn derketin ku ew jî xurt in. Kars wê li mala xwe ligel Antalyasporê bilîze, Kars jî wê Kayseriyê bike mêvan. Her wiha Agri 1970 jî wê İstanbulsporê bike mêvan.
Çavkanî: Diyarname