9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir

Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst a ku ji 8 welatên Ewropayê hatibû ji bo serdana Rêber Apo ya li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da. Şandeyê diyar kir ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve biçe, azadiya Rêber Apo pêwîst e.

Di şandeyê de nûnerên Contre-Attaque & Autonomie ji Swîsreyê, Sindacato Unione Democrazia Dignità Cobas ji Îtalyayê, ji Yewnanistanê Civata Malên Dagirkirî yên Prosfygika ya Kolana Aleksandras, ji Katalonyayê La Saó, ji AwûstûryayêMala Zêrîn, ji Fransayê Jeunesse Internationaliste Française, Cumann Saol Saor ji Îrlandayê û ji Elmanyayê Yekîtiya Ciwanên Demokratîk (YUNA) cih girtin.

Li ser navê şandeyê metna daxuyaniyê ya bi Îngilîzî ji aliyê endama YUNA’yê Isabelle Marie Whittenberg, ya bi Tirkî jî ji aliyê endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Jiyan Bahadir ve hat xwendin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment