9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Bordeaux, Toulouse û Stuttgartê komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin

Li bajarên Bordeaux û Toulouse yên Fransayê û bajarê Stuttgart ê Elmanyayê komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin. Di çalakiyan de azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hate xwetin.

Di çalakiyên li bajarên Bordeaux û Toulouse yên Fransayê û Stuttgart a Elmanyayê de, komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo pêk hat, hate şermezarkirin. Di çalakiyan de daxwazên azadiya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derketin pêş.

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê Kurdistaniyan û dostên wan, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo pêk hat, mîtîng li dar xistin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment