Delegasyona Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê biryara darvekirinê ku rejîma Îranê cara duyemîn der barê Werîşe Muradî de da bi tundî şermezar kir û li dijî darvekirinê bang li her kesî kir ku têbikoşe.
Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de Delegasyona Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê têkildarî biryara darvekirinê ku cara duyemîn li hemberî Werîşe Muradî hate dayin, daxuyaniyek da.
“Bi navê Delegasyona Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê, jinên ji Ewropa û welatên Asyayê yên di lêgerîna azadiyê de ne û jinên Kurd; em tundî û çalakiyên li derveyî mirovahiyê yên Komara Îslamê ya Îranê, darvekirina jin û ciwanên Kurd û darvekirinên din hemûyan şermezar dikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî