18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Karwanê 6’an a koçberên Serêkaniyê wê 21’ê Cotmehê vegerin warê xwe

Karwanê 6’emîn ê koçberên Serêkaniyê amadekariyên vegera xwe ya ji bo herêmên xwe yên resen li gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê dikin. Karwanê 6’emîn 21`ê Cotmehê bi rê dikeve.

Dê di 21`ê Cotmehê (2026) karwanê 6’emîn ê koçberên Serêkaniyê ji kampan berê xwe bidin herêmên xwe yên resen li gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê.

Li gorî agahiyan wê zêdetirî 600 malbat cihê xwe di karwanê de bigirin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse