18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Kuncî

Kuncî riwekek dexlane, ji malbata kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Belgên wê 5-10 cm dirêj  3-5 cm fireh, şiklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi hevre ne.  Rengê kulîlkan spî yan jî  peyazî ne, yên binev?î jî hene. Rengê fêkîyan esmer, sor, zer, an jî reş in û fêkîya wê wek qapsûlan e. Di nava wê qapsûlê de 70 -90 heb bizir hene. Ji wan biziran re “kuncî “ tê gotin.

Rengê wan spî, esmer, zer in û ji % 50 yê wan rûn e. Ew rûn ji bo masajê û ji bo derman û xwarinan tê bikaranîn. Gelek cûreyên kuncîyan  yên çandinî û bejî (kûvî) hene.  Lê sê cûreyên wan yên bi navûdeng ku çandinîya wan tê kirin û zêde tên xebitandin ev in 1- Kuncîyên Afrîqanî. 2- Kuncîyên Hindistanî. 3- Kuncîyên Rojhilatî. Navê wê bi Almanî “sesam“ û bi Tirkî jî “susam” e.

Li ser welatê kuncîyê dîtinên cuda hene. Hinek dibêjin Rojhilatê Afrîqa ye, hinek dibêjin Hindistan e û  hinek jî dibêjin  Mezopotamya ye. Dîroka wê jî baş nayê zanîn; lê tiştê pispor li ser hemfikir in, riweka heri qedîm ya ku rûn jê tê derxistin ew e, wek derman tê hesibandin û  4000 sal in ku wek baharat bazirganiya wê tê kirin. Di bermayên (?ûnwar) ekolojîk ên gelîyên Harpa û Îndus de, kunciyên qelandî yên 2500 sal berî zayînê hatine dîtin. Medenîyetên Mezopotamya, yên wek Sûmer, Babîl, Asûr, Med, Kardûx û hwd. çandiniya wê dikirin. Her weha Misriyan, Romayiyan jî, ew bi kar dianîn. Kuncî di nav gelek medenîyetên kevin de wek  giyayek sêhrê û pîroz tê hesibandin. Hîndûyî li serê duayan dikin, Misrî û Hindistaniyan wê ji bo sêhr xerabîkirinê bi kar dianîn . Romayîyan kuncî û hingiv tevlihev dikirin û didan ?ervanên xwe, da ku pê qewet bigirin. Mezopotamiyan ji bo jinên hamîle bi qewet bibin û kuran bînin, tehîn û helawa kunciyan didan wan. Welatên herî zêde lê tên çandin Hindistan, Çîn û Sûdan e. Li bakurê Kurdistanê, bajarê ku herî zêde lê tê çandin Ruha, Entab û  hwd. Lê helawa herî navdar ya Sêrtê û Entabê ye.

Çavkanî: Çandname

Şîroveyek Binivîse