Li Bexdayê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên û bi hempîşeyê xwe Ebas Eraqçî re civiya. Di civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera herdu welatan hate kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, li paytexta Iraq Bexdayê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî cicviya.
Hate ragihandin ku naveroka civînê têkiliyên di navbera herdu welatan de bûye. Hate ragihandin ku di civînê de Fuad Husên bal kişandiye ser helwestên Iraqê û daxwaza çareseriyeke aştiyane ya ji bo krîzên li herêmê kir û rêya dîplomasî û diyalogê esas bê girtine.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî