Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê destdirêjiya li Pakrewangeha Taxa Şêxmeqsûdê şermezar kirin û banga hesabpirsînê kir.
Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê hatin gel hev û bi daxuyaniyekê destdirêjiya li Pakrewangeha Taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kirin.
Daxuyanî bi beşdariya endamên sazî, meclis û dayikên şehîdan ji aliyê endama yekitiyê Fatima Şêxo ve hat xwendin.
Çavkanî: ANF Kurmancî