MÊRDÎN
Navenda Hevkariya Jin û Jiyana Jinan a Peljîn ku di bin banê Şaredariya Dêrikê hatine vekirin, dest bi qursa zimanê kurdî kir. Ev navend dê bi vê qursê xwendin û nivîsandina kurdî hînê jinan bike.
Qursa xwendin-nivîsandinê rastî eleqeyeke mezin a jinan hat. Hazîme Ozcan a beşdarî qursê bûye, got ku di jiyana xwe de her tim bi kurdî axiviye lê bi zimanê dayikê nizanibûye bixwîne û binivîse.
Ozcan got: “Ez qet tirkî nizanim biaxivim. Zimanê min ê dayikê yê kurdî tenê diaxivim. Niha ez hatime vir da ku bi kurdî bixwînim û binivîsim jî. Ez bawer im ku ez ê li vir fêr bibim.”
Hacîre Ecer a ji qursiyeran jî bal kişand ser girîngiya xwendin û nivîsandinê bi zimanê dayikê û got: “Em tenê dikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku hemû jin werin vir û zimanê xwe yê dayikê baştir fêr bibin.”
Çavkanî: Diyarname