Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê geşedanên dawî yên li Kurdistan û herêmê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku têkoşîna azadiyê gihîştiye qonaxeke nû û girîng.
KCK’ê bang li tevahiya ciwanan û jinan kir ku li hemberî hemû polîtîkayên dagirkeriyê xwedî li nirxên azadiyê derkevin û berxwedanê xurt bikin.
Yekîtiya gelan û piştevaniya demokratîk mifteya azadiya hemû bindestan e.