15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Beşiktaş li Almanyayê bi ser ket

Diyarname
Di duyemîn kûpaya mezin Lîga Ewropayê ya UEFA’yê de Beşiktaş li Almanyayê bû mêvanê Hoffenheîmê û bi 3-2 bi ser ket.

Di Lîga Ewropayê ya UEFA’yê de maçên duyemîn hatin lîstin. Beşiktaş ku di maça yekem de li mala xwe li hemberî Marsilyayê bi 4-1 bi ser ketibû, di maça duyem de çû Almanyayê.

Maç li SNP Arenayê bû. Nîveka yekem bi 0-0’ê bi dawî bû. Di deqîqeya 60’î de Beşiktaş bi gola Murillo 1-0 derket pêş. Hoffenheimê di deqîqeya 68’an de bi Fisnik Asllani bersiv da. Lê Beşiktaş hê zêde organize û di deqîqeya 72 û 79’an de lîstikvan Hyeon-gyu Oh derket ser dikê û encam bir 3-1’ê. Malxê di deqîqeya 88’an de bi Machida bersiv da lê têra wan nekir.
Beşiktaş bi serketina 3-2’yan pûanên xwe derxist 6’an.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse