Diyarname
Pirtûkeke din a helbestvan Çayan Okuduci derket; “Dengê Helbesta Kurdî”. Pirtûk ji aliyê Weşanên Lîs ve hat çapkirin.
Nivîskar Çayan Okuduci heta niha du pirtûkên helbestan bi navê “Bêxweda” û “Felaket im” nivîsandibûn, vê carê ne helbest lê lêkolînek li ser helbestê weşand. Pirtûka bi navê bi navê “Dengê Helbesta Kurdî” berê xwe dide ser helbesta modern a kurdî û analîzan pêşkêş dike.
‘HÊVî DIKIM BIBE ÇAVKANÎ’
Li gor gotina Okuduci wî 5 salên xwe dane vê pirtûkê. Ew dibêje, “Ji nifşê Haware min destpêkir, ji dîwanên Seyda Cegerxwîn ber bi nifşê kovara Tîrêjê. Bêguman helbestkarên serdema me. Ez bi berfirehî li ser rêza analîz û vekirina risteyan tevgeriyam. Hêvî dikim ev pirtûka ber destê xwendevanan li ser esmanê wêjeya kurdî. bi taybetî li ser helbesta me ji pêşeroje û roja me bibê çavkanî.”
Çavkanî: Diyarname