DIYARNAME — Euro Club Index ji bo şampiyoniyê lîsteya texmînî weşand û diyar kir ku Amedspor dê lîgê di rêza pêncemîn de biqedîne.
- Euro Club Index lîsteya texmînî ya dawiya salê ya bi hişê çêkirî amade kir.
- Tê texmînkirin ku Amedspor lîgê bi 52 pûanan wekî pêncemîn temam bike.
- Galatasaray bi 84 pûanan wekî şampiyon tê nîşandan.
Texmîna Şampiyoniyê û Rêza Amedsporê
Euro Club Index ji bo şampiyoniyê lîsteya texmînî weşand. Lîste bi hişê çêkirî, bi ser pûan û rêzeya niha re hatiye amadekirin. Li gor ev texmîna Euro Club Index’ê wê Amedspor lîgê bi 52 pûanan wekî pêncemîn temam bike. Saziyê li ser pûanên niha re gotiye ku dê Galatasaray ku niha 25 pûanên wê hene, bi 84 pûanan bibe şampiyon.
Rêzkirina Tîman di Lîsteyê de
Di lîsteyê de her tîm pûanên wê yên niha dane û cihê ku dawiya salê wê lê bimîne eşkere kiriye. Li gor lîsteyê Trabzon bi 71 pûanan û bi avaraj duyemîn, Beşîktaş bi 71 Pûanî sêyemîn, Fenerbahçe bi 70 pûanî çaremîn û Amedspor jî bi 52 pûanan wê wekî pêncemîn lîgê temam bike. Li gor lîsteyê dûre Kasimpaşa û Başakşehîr bi 50 pûanan, Çorum jî bi 48 pûanî tê.
Pêşeroja Bûyeran
Li gor vê indeksê ji jêr de wê Eyup, Gaziantep û Samsunspor ji lîgê bikevin.
Çavkanî: Diyarname