28 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4’emîn tîma mezin Arsenal têk bir

📰 KAPSAMLI RAPOR

LONDRA — Tîma fûtbolê Fleetwood Town ku di Lîga 4’emîn a Îngilistanê de dilîze, duh di maça kûpayê de şampiyonê par ê Premier Lîgê Arsenal têk bir û ji kûpayê qewirand.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di Dora Çaremîn a Kûpa Carabao de Fleetwood Town şampiyonê Premier League Arsenal têk bir.
  • Maç bi encama 1-1 xelas bû û di dema zêdekirî de jî encam neguherî, lewma maç derbasî penaltiyan bû.
  • Fleetwood Town di dîroka xwe de cara yekem derbasî çarîk fînala Kûpa Carabao bû.

Serkeftineke Dîrokî li Stadyuma Highbury

Di Dora Çaremîn a Kûpa Carabao (EFL Cup, bi navê xwe yê din Kûpaya Lîga Îngilistanê) de, tîma çarem a ligê Ingilîstanê Fleetwood Town, şampiyonê Premier League Arsenalê bi encameke dîrokî têk bir. Maç li Stadyuma Highbury ya Fleetwoodê hate lîstin û bi de 1-1 bi dawî bû. Deqeya 21’ê de Aaron Loupalo-Bi golek avêt û Fleetwood Town bi 1-0 derket pêş. Nîveka yekem wisa temam bû. Di deqeya 50’î de Arsenalê bi Viktor Gyokeres bersiv da û maç wisa bi dawî bû. Di dema zêdek de jî encam neguherî û maç derbasî penaltiyan bû. Di dawiya maçê de, lîstikvanê ciwan ê 16 salî Max Dowman kartê sor wergirt û Arsenal bi 10 lîstikvanan maç temam kir. M. Arteta ku di vê maçê de siûd da hin lîstikvanên ciwan lê encam ji bo wî û tîma wî bû kabû.

Surprîza Mezintirîn a Dîroka Kûpa Carabao

Li Îgnilistanê lîga herî mezin Premier Lîg e ku Arsenal par bûbû şampiyonê vê lîgê û niha jî ligel Manchester City bi 21 pûanan di rêza duyem de ye. Piştî Premier Lîgê Champion Lîg tê û dûre Lîga 1’em û Lîga 2’yem tê. Fleetwood Town niha di vê League Two (Lîga 2’Yem) de ye ku li gor rêzê dike Lîga 4’an a Îngilistanê. Di vê lîgê de jî Town niha di rêza 18’an de ye. Arsenal li hemberî tîmeke bi vî rengî têk çû. Ev yek wekî yek ji mezintirîn surprîzên dîroka Kûpa Carabao tê binavkirin. Teknîk dîrektorê Arsenalê Mikel Arteta piştî maçê got, ‘Ez gelek xemgîn im.’

Pêşeroja Bûyeran

Teknîk dîrektorê Fleetwood Townê Matt Lawlor piştî maçê ji bo Sky Sportsê got, ‘Ez bawer nakim em bi ser ketine. Ji aliyê reqîbê me ve îşev şeva herî mezin bû ji bo klûbê û me karî şampiyonê Premier Lîgê têk bibin.’ Fleetwood Town di dîroka xwe de cara yekem derbasî çarîk fînala Kûpa Carabao.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse