14 Ekim 2026, Çarşamba
Nûçe

Fenerbahçeyê 6 gol xwarin

Diyarname
Di maçên duyem ên Lîga Şampiyonan de tîma îngilîz Aston Villa tîma tirk Fenerbahçe kir mêvan û bi 6-0 bi ser ket. Alîgirên Fenerbahçeyê diruşma “Îsmaîl Kartal îstîfa” bilind kirin.

ŞEŞ GOL HEBÛN, FB TUNE BÛ
Li Îngilistanê Şampiyonê Lîga Ewropayê ya UEFA’yê Aston Villa tîma Fenerbahçe kir mêvan û gog nişan neda.
Di maça ku Fenerbahçe qet nîn bû de Aston Villa di deqîqeya 12’yan de bbi Mamzambi derket pêş. Deq^qieyên 31 û 39’an de Nicolas Jackson, deqîqeyên 68 û 72’yan de jî Ross Barkley gol avêtin. Lîstikvanê Villayê Tammy Abraham di deqîqeya 90’î de encam diyar kir.

MAÇA HERÎ ZÊDE GOL HATIN AVÊTIN
Di nav maçên rojên de herî zede di maça LASK Linz û Liverpoolê de bû; Tam 9 gol hebûn. Liverpool li deplasmanê bi 6-3 bi ser ket.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse