9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM’ê tê

Diyarname
Li Tirkiyeyê hema hema her roj astengî tînin pêş hin hesabên rojnamegeran, endamên saziyên sivîl û kesên serbixwe. Heta niha bi hezaran hesabên X’ê hatine astengkirin.
Li ser vê yekê IFJ (Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî), EFJ (Federasyona Rojnamegerên Ewropayê) û TGS’ê (Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê) bi hev re daxuyaniyaniyeke belav kirin û bertek nişanî van astengiyan dan. Saziyan xwediyê X’ê Elon Musk jî rexne kirin.
Saziyên rojnameger ev qedexe wekî “ev kirineke li hemberî azadiya xweîfadekirin û çapemeniyê” bi nav kir û bang li Musk kir, “Bêyî biryareke dadgehê ya bê kontrolkirin, divê hesab neyên girtin. Li aliyê din li Tirkiyeyê di warê hiqûq bê alî biryarê dide yan nade de jî şik hene; ev biryarên têne dayîn bi kêfî ne.”

Li gor nûçeya Reutersê tenê 30’ê rezbera 2026’an 147 hesab hatin girtin. 2,65 mîlyon şopînerên van hesaban hebûn.

Saziyan li ber AYM’ê (Dadgeha Zagona Bingehîn) dovîzên li ser hin hesabên hatine qedexekirin nivîsandin û bi dîwarê AYM’ê ve  daliqandin. Ev foto jî (7’ê mehê) li wir hat kişandin. Loma jî fotoyê rojê ye.

Çavkanî: Diyarname

Leave a Comment