Diyaranme
18’emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê bi diruşma “Ez Kurdistanî me” 21’ê mehê bi merasimek vebû. Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî kurdeleya ji bo vekirina fûarê birî. Fûar heta 31’ê mehê dê vekirî be.
Fûara Pirtûkan a Hewlêrê li Parka Samî Ebdurrehman hate vekirin. Ji 18 welatan li dor 400 weşanxaneyan stand vekirine. Bi kurdî, erebî, almanî, frasizî, îngilîzî, fransizî pirtûk li fûarê hene.
Ji Bakur jî weşanxaneyên kurdan ên wekî Nûbihar, Avesta jî li fûarê stand vekirine.
Çavkanî: Diyarname