23 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Heta 2035’an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

Diyarname
Li Almanyayê lêkolînek heta kirin û di encamê de hat gotin ku heta 2035’an dibe hejmara rojnamegeran nîvî nîvî kêm bibe û kontrola çapemeriyê bikeve bin destê kompaniyên mezin ên teknolojiyê.

Li ser vê yekê DW’ê nûçeyek çêkiriye saziyên dewletê yên li Almanyayê yên wekî ARD, ZDF û Deutschlandradio lêkolîn kirine. Di lêkolînê de li ser hişê çêkirî û bandora kompaniyên mezin ên li ser çapemeniyê di deh salên pêşiya me de sekinî ne.

Rapor ji aliyê Christian Zabel (Lêkolînerê çapemeniyê, ji Zanîngeha Teknîk a Kolnê) û Ulrike Rohn (Ji zanîngeha Tallinn) ve hatiye amadekirin; li ser çar şalên sereke sekinîne. 
Li gor raporê heta sala 2035 sedî 12 heta sedî 50 mimkûn e hejmara rojnamegeran kêm bibe. 
Li Almanyayê di sala 2023’yan de 40 hezar rojnamegerên profesyonel hebûn, dibe heta 2035’an ev dakeve 20 hezarî.
Çend notên din ji nûçeyê:
– Hejmara temaşevan û xwendevanan dê kêmtir bibe; ev yek dê bandorê li dahata aboryê bike.

Çavkanî: Diyarname

Şîroveyek Binivîse