AMED — Pirtûka ku ji hevpeyvîn û axaftinên helbestvanê girîng ê kurd Arjen Arî pêk tê û fikrên wî nîşan dide, bi navê “Xwediyê peyva serhildêr im” ji Weşanên Sor derket.
- Pirtûka ku Rêzan Diljen amade kiriye, ji Weşanên Sor derket.
- Di pirtûkê de bi temamî 14 hevpeyvîn û axaftinên ku ji fikir û ramanên Arjen Arî pêk tên cih digirin.
- Pirtûk, fikr û ramanên Arjen Arî yên salên di navbera 2001-2013’yan de dihewîne.
Cihê Arjen Arî di nav helbesta kurdî de
Arjen Arî yek ji helbestvanê girîng ê kurd bû û di nav helbesta kurdî de ciheke wî ya taybet hebû. Wî, bi helbestên xwe fikir û ramanên xwe, dîtina xwe ya li dinyayê, têkoşîna xwe û têkoşîna gelê xwe dianî ziman. Ev yek di hevpeyvîn û gotûbêjên wî dan kovar, malper û televîzyonan de jî xwe nîşan dida. Di pirtûka niha hatiye amadekirin de ev fikrin û ramanên wî dane hev û pêşkêş kirine. Di pirtûka li ber dest “Xwediyê peyva serhildêr im” de hevpeyvîn, gotûbêj û axaftinên Arjen Arî yên ku li cih û demên cur bi cur kirine hatine berhevkirin û weşandin.
Hevpeyvînên ji rojname, kovar û televîzyonan hatine berhevkirin
Hevpeyvînên di weşanên wekî rojnameya Azadiya Welat, kovara W, Jiyana Rewşen, Nûdem, malpera Diyarname, dîsa di kanalên wekî ÎMC TV de hatine kirin di pirtûkê de cih girtine. Bi temamî 14 hevpeyvîn û axaftinên ku ji fikir û ramanên Arjen Arî pêk tên ketine vê pirtûkê. Pirtûk ev fikren wî yên salên di navbera 2001-2013’yan pêk tê. Rêzan Diljen ew hemû dane hev, amade kirine û di pirtûkê de belav kirine.
‘Bîr’a Arjen Arî û helbest
Arjen arî wisa dibêje, “Di navbera duh, îro û sibê de qasidek e helbest. Û helbest ji her tiştî dixwe û vedixwe. Li vir, dikarim navekî li helbesta xwe bikim: Bêndera bîrê! Berî me jî qewimînin qewimîne, ev ne qetiyayî ne ji qewimînên îro. Bûyerîn ‘bîrî’ bi destê min tên peywirdarkirin, bivê nevê ji xwe re li rêçeke digere, li rêçeke helbestî û xwe helbestkirinê. Ji bo min tu xeter nîn in lê yên ku li dû min tên ku têkevin wê xetereyê dê di ‘bîrê’ de bimînin.”
Pêşeroja Bûyeran
Dawiya vê hefteyê (30’ê mehê) li Amedê çalakiya bîranîna Arjen Arî heye û di vê çalakiyê de cara yekê dê pirtûk xwe bigihîne hezkiriyên wî.
Çavkanî: Diyarname