26 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de şehÎd bûn, li Qamişloyê bi merasîmekê hatin bîranîn. Di bîranînê de soz hate dayin ku heta pêkanîna armancên şehîdan li ser şopa wan têkoşînê mezin bikin.
26 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de şehîd bûn li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi merasîmekê hatin bîranîn. Bîranînê bi merasîma leşkerî destpê kir û piştre wesîqeya 26 şehîdan hate xwendin.
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Necah Gulo li bîranînê axivî û got, “Em bi saya xwîna şehîdan hene. Me di rêya Rêber Apo de xwe nas kir. Ji wê demê heta niha dewleta hov, gotin me Kurd kirine çalan û ser wan girtiye. Lê Rêber Apo Kurdên mirî zindî kirin, me berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Ji bo parastina nirxê xwe. Îro berxwedaniya li çiyayê azad, dewleta Tirk her roj digot ez ê PKK’ê tune bikin. Em tune nebûn, em zêde bûn. Bi komployek navneteweyî Rêber Apo xwestin Kurdan tune bikin. Lê gelê Kurd rabû ser piyan ji bo azadiya xwe û welatê xwe serî rakirin. Dema şoreşa Rojava destpê kir, dewleta Tirk bi hovane êriş kir. Lê van lehengan li ber xwe dan. Ev welat gav bi gav bi berxwedaniyek mezin saziyên xwe ava kir û bû hêz. Ji mezinan heta biçûkan qetil kirin. Em xilas nebûn. Ji ber em Kurd in, ev welatê me ye, emê li ber xwe bidin. Ji bo wê îro li bajarê Qamişlo bajarê şehîdan, dayîkên şehîdan şêr anîn. Çawa Mazlûm Dogan di girtîgehê de got berxwedan jiyan e, em jî dibêjin berxwedan jiyan e. Heta Rêber Apo rizgar nebe, em azad nebin emê doza şehîdan bidomînin. Soz bi Rêber Apo û şehîdan em ê li ber xwe bidin.”
Çavkanî: ANF Kurmancî