Muzîkjen Sîmir Rûdan, albûma xwe ya sêyem Ez û Gîtara Xwe di 9ê Cotmehê de digihîne ber destê guhdarên xwe.
Komeleya Weşangerên Amerîkayê Xelata Azadiya Weşangeriyê da Weşanxaneya Avestayê. Avestayê ji ber parastina çanda kurdî û azadîya xwe-îfadekirinê ev
Muzîkjen Sîmir Rûdan, albûma xwe ya sêyem Ez û Gîtara Xwe di 9ê Cotmehê de digihîne ber destê guhdarên xwe. Albûm ji deh stranên solo pêk tê. Di tevahiya albûmê de tenê dengê hunermend bixwe û gîtara wî tê bihîstin. Ev tercîh ji sînordarkirineke teknîkî wêdetir, wek şêwazeke estetîk a vegotinê dixuye. Rûdan, bi vê mînîmalîzmê qelebalixiya amûran naxîne pêşiya gotinê û balê bi temamî dide ser hêza gotin û peyvan. Lê gîtara wî jî ne amûreke li pişt vokalê ye, berevajî ew dibe hevala vegotinê.
Çavkanî: Botan Times