AMED — Armanca serekî ji boy henasedanê ew ko, oksîjena atmosferê bigihîjîne hemû xane û şaneyên laş û di heman demê de karbona dîoksîda nav xaneyan jî ji laş dûr bixe.
- Bi henasewergirtin û henasedayinê hewa di navbera atmosfer û sikildanokên hewayê de tê û diçe.
- Guhaztina oksîjen û karbona dîoksîdê ya di navbera sikildanokên hewayê û xaneyên laş de bi navbeynkariya xwînê pêk tê.
- Di asta perava deryayê de, %78,6ê hewayê N2, %20,9ê hewayê O2, û %0,04ê hewayê ji CO2 pêk tê.
Pêvajoya Guhaztina Gazên Henasedanê
Bi henasewergirtin û henasedayinê hewa di navbera atmosfer û sikildanokên hewayê de tê û diçe, lê divê oksîjena nav hewayê sikildanokan heta xaneyan bên guhaztin, ko xane jê sûd bigirin. Herwisa divê karbona dîoksîda xaneyan jî ber bi sikildanokan ve bê derkirin. Guhaztina oksîjen û karbona dîoksîdê ya ji sikildanokên hewayê heta xaneyên laş û ji xaneyên laş heta sikildanokên hewayê, bi navbeynkariya xwînê pêk tê. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike û têkiliya wê ya rasterast bi atmosfer û xaneyan nîn e. Loma ji boy guhaztina gazan, divê pêşî, oksîjen an jî karbona dîoksîdê bikeve nav xwînê, paşê bi herikîna xwînê xwe bigihîne xaneyan an jî pişikan. Gazên henasedanê, ango oksîjen û karbona dîoksîda nav xwînê, li du cihan de tên alûgorkirin.(ango beramber cih diguherînin). Alûgorkirina yekem di navbera sikildanokên hewayê û xwînê de rû dide. A duyem jî di navbera xwînê û xaneyên laş de pêk tê.
Pêkhateya Hewaya Atmosferê û Pestoya Qismî ya Gazan
Piraniya hewayê atmosferê ji Nitrocen(Azot), Oksîjen, karbona dîoksîd û hilma avê pêk tê. Di asta perava deryayê de, %78,6ê hewayê N2, %20,9ê hewayê O2, %0,04ê hewayê ji CO2 pêk tê.%0,5ê atmosferê jî ji hilma avê û gazên din pêk tê. Giraniya gazên atmosferê dibin sedema çêbûna pestoya hewayê. Li cihên nizim ên wekî perava deryayê, pestoya hewayê atmosferê bilind e, lê li cihên bilind, wekî mînak li serê çiya, pestoya atmosferê nizm e. Di asta perava deryayê de pestoya atmosferê 760 mm Hg ye.
Pêşeroja Bûyeran
Pergala henasedanê û xwînê bi awayekî hevrêzî kar dike da ku pêdiviyên oksîjenê yên xaneyan bên dabînkirin û hilberên wekî karbona dîoksîd bi bandor ji laş bên avêtin.
Çavkanî: Çandname