Kolbernews ragihand ku welatiyê bi navê Seîd Ehmed Mustefanecad yê ji Pîranşarê piştî serdana navendeke ya îtilaetê rejîma Îranê dike tê binçavkirin û çarenûsa wî nediyare.
Li gorî agahiyên Kolbernewsê welatiyê bi navê Seîd Ehmed Mustefanecad temen 40 salî yê ji Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.
Hate ragihandin piştî ku ji aliyê navenda îtilaetê ve tê vexwendin û piştre tê binçavkirin û êdî ti agahî li ser çarenûsa wî nayê zanîn.
Çavkanî: ANF Kurmancî