Hêzên Hikûmeta Yemenê di nava 24 saetan de 326 carî êrişî Hûsiyan kir. Hate ragihandin ku nêzîkî 370’ê Hûsî jî hatine kuştin.
Artêşa Yemenê di çarçoveya operasyona ‘Şeveqa Yemenê’ de daxuyaniyek da.
Hate ragihandin ku di nava 24 saetan de çeper, wesayîtên leşkerî û nûqteyên leşkerî yên Hûsiyan kirine hedef û 326 êriş pêk anîne. Di van êrişan de nêzî 370’ê Hûsî jî hatine kuştin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî