Hate ragihandin ku Pentagonê ji Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) xwestiye ku ji bo operasyoneke berfireh a li dijî Îranê amadekariyan temam bike.
Hate îdîakirin ku ji ber îhtimala jinûve destpêkirina operasyonên leşkerî yên li ser Îranê, Wezareta Parastinê ya DYE’yê ji CENTCOM’ê xwestiye ku “amadekariyan temam bike.” Li gorî nûçeya Axiosê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di fermana Pentagonê de ji bo êrişê demek nehatiye diyarkirin û Serok Donald Trump hîn biryara dawî nedaye.
Hate ragihandin ku operasyonên nû yên gengaz dikare li hemberî tesîsên nukleerî, binesaziya enerjiyê û hedefên stratejîk ên Îranê be. Rayedarên DYE’yî yên ji Axiosê re axivîn diyar kirin ku eger operasyon pêk werin ew li bendê ne ku bi Îsraîlê re di nava koordînasyonê de bê kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî