17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Aze Ronecan: Jineolojî li min da lêpirsînkirin ku ez dixwazin civakekî çawa ava bikim

Aze Ronecan diyar kir ku Jineolojî di raman û jiyana nwê de guhertinekî girîng afirandiye û wiha got, “Min berê dipirsî bê ka ez dixwazim çi yê pergalê hilweşînim, lê min qet ji xwe nepirsîbû ku ez dixwazim civakekî çawa ava bikim.”

Aze Roncecan diyar kir ku ew cara ewil di kampekî ciwanan a li Ewropayê de Jineolojiyê nas kir û wiha got, “Heta wê demê min Jineolojiyê ji aliyên femînîst û transfemînîst ên li Ewropayê dibihîst, lê min bi kûrahî lêkolîna Jineolojiyê nekiribû. Ji bo na min zêdetir wekî tecrubeyeke ji bo jinên Kurd bû. Lê di dema vê perwerdehiyê de min fêm kir ku Jineolojî paradîgmayekî ku hitabî tevahî jinên li cîhanê dike.”

Aze Ronecan anî ser ziman ku ew li Milanoyê di nava têgihiştinekî liberal û pozîtîvîst de mezin bûye û got ku avakirina jiyanekî komunal bi jinên cuda re ji bo wê hîna qadekî têkoşînê ya girîng e.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse