4 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

Babekir Direyî: Divê Kurd li derve ji bo pêvajoya aştiyê lobiyê bikin

🔴 FLAŞ HABER

Siyasetmedarê Herêma Kurdistanê Babekir Direyî destnîşan kir ku Rêber Apo ev demeke dirêje di girtîgehê de ye û êdî ew dixwaze mafên siyasî yên Kurdan werin naskirin û got; “Ji bo bidestxistina piştgiriya navnetewî ya ji mafên xwe re, divê Kurd di nav netewên Ewropî de lobiyê bikin.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • Babekir Direyî diyar kir ku Rêber Apo dixwaze mafên siyasî yên Kurdan werin naskirin.
  • Li gorî daxuyaniyên rêveberiya Tevgera Azadiyê û DEM Partiyê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk niha di rewşeke xitimî de ye.
  • Direyî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyeyê gelên ne Tirk ji hemû mafan bêpar kiriye.

Pêvajoya Aştiyê di Rewşeke Xitimî de ye

Li gorî daxuyaniyên rêveberiya Tevgera Azadiyê û DEM Partiyê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk niha di rewşeke xitimî de ye û dewleta Tirk piştî pejirandina qanûna çarçoveyê li parlamentoyê, tu gavên pratîkî ji bo bicîhanîna qanûnê ne avêtiye. Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd yê Herêma Kurdistanê Baberkir Direyî li ser pêşketinên dawî, di çarçoveya gavên Tevgera Azadiyê de, gav ne avêtina dewleta Tirk ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

Tirkiyeyê Gelên Ne Tirk ji Hemû Mafan Bêpar Kiriye

Babekir Direyî da zanîn ku tiştê ku ez hîs dikim ewe ku di nav berpirsên siyasî yên Tirk de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dudiliyek heye. Ji sedsala borî ve ew fêr bûne ku bi her kesê ku ne Tirkin re li gorî xwe nêz bibin. An jî yên ne Tirk beşdarî desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê nebûne. Ev bingeha neteweperestiyê ye, bi awayekî ku wan gelê Tirk perwerde kiriye û bi qanûnê di destûrê de bicîh kiriye û gelên din ji hemû mafan bêpar hiştine.

Pêşeroja Bûyeran

Direyî têkildarî nêzîkatiya dudil û sar ya dewleta Tirk ji pêvajoya aştiyê re û wiha nirxand; “Tirkiye welatekî mezine ku gelek berjewendî bi welatên herêm”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse