13 Kasım 2026, Cuma
Nûçe

Bafil Talebanî: PDK’ê bêrêzî li parlamento û mafê xelkê kir

📰 KAPSAMLI RAPOR

NAVENDA NÛÇEYAN — Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ragihand ku ya PDK’ê pêkaniyî li welatên derve rûbidaya dê bihatana girtin, ji ber ku bi temamî bêrêzî li parlamentoyê kir û mafê xelkê binpê kir û got: “Ti parlamento nîne, em qebûl nakin.”

📌 Serhêlên Girîng:

  • PDK bi temamî bêrêzî li parlamentoyê kir û mafê xelkê binpê kir.
  • Ya ku li parlamentoyê rû da hilweşîneke mezin bû û ev yek li welatên derve rû bidaya dê bihatana zindanîkirin.
  • Çemçemal Teksasa Kurdistanê ye û ji aliyê darayî ve wê li benda destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemînin.

Axaftina Bafil Talebanî di Korbenda Stratejîk a Silêmaniyê de

Serokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, di Korbenda Stratejîk a Silêmaniyê de derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, çalakkirina parlamentoya Herêmê ji aliyê PDK’ê ve û rewşa navçeyê gotarek pêşkêş kir. Bafil Talebanî got: “Ev tişta ku li parlamentoyê rû da bi temamî rewş têk da û krîzeke mezin bû. PDK bi temamî bêrêzî li parlamentoyê kir û mafê xelkî binpê kir. Piştrast bin bê ceza derbas nabe, ya ku kir şaşiyeke mezin bû.”

“Ti parlamento nîne û em qebûl nakin”

Talebanî diyar kir ku ev yek li welatên derve çêbûya wê bihatana girtin û wiha anî ziman: “Ya ku rû da li parlamentoyê hilweşîneke mezin bû. Ti parlamento nîne û em qebûl nakin. Me du îdareyên birêvebirinê hene. Kêmîneyek di nav PDK‘ê de ti tiştekî qebûl nake. Ev tişta ku PDK‘ê kir li welatên derve rû bidaya dê bihatana zindanîkirin.“

Helwesta li hemberî Çemçemal û Projeya Rûnakî

Di dewamê de Bafil Talebanî destnîşan kir ku Çemçemal Teksasa Kurdistanê ye û hemû gaz û elektrîka Herêma Kurdistanê li wir tê berhemanîn, lê 40 salin li pey Hewlêrê ye û tekezî kir ku ji aliyê darayî ve wê li benda destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemînin ku alîkariya wan bike. Her wiha qala projeya Rûnakî kir û got: “Projeya Rûnakî ji projeyeke xizmetguzariyê bûye projeyeke bazirganiyê ji bo çend kesan û mehane bi milyonan dolaran qezen

Pêşeroja Bûyeran

Pêşketinên li ser mijarê û nîqaşên derbarê rewşa siyasî û rêveberiya Herêma Kurdistanê di navbera aliyan de didomin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse