18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Bakirhan: Aştî divê neyê taloqkirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Aştî ne meseleyeke ku bê taloqkirin an derengxistin e. Divê Tirk, Kurd, şoreşger û sosyalîst bi hev re zexteke demokratîk çêbikin û desthilatdariyê neçarî gavan bikin.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan a Bursayê, Kongreya xwe ya 5’an a Asayî li navçeya Orhangaziyê pêk anî. Kongre bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir û piştre Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan destnîşan kir ku ew partiya 3’yemîn a herî mezin a parlementoyê ne û got ku ew ê ji bo Tirkiyeyeke ku Kurd, Tirk, Çerkez, Elewî û jin tê de bi azadî û di şert û mercên wekehv de bijîn, têkoşînê bidomînin.

Bakirhan bal kişand ser neheqiya dahatê ya li Bursayê û diyar kir ku kedkar û xizan nikarin ji dewlemendiya bajêr para xwe bigirin. Bakirhan mînaka welatiyekî ku ji ber xizaniyê xwe daye binçavkirin û girtin da û got ku ev rewş nîşaneya herî aşkere ya asta aboriya welat e.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse