15 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Barana li Şengalê sînorên navbera demsalan de rakirine

Bi ketina baranên pêşwext re li Şengalê sînorên navbera werzan rabûne; rengê şînahiya biharê, kulîlkên pîvokê li gel berhemên daran ên payizê hev hembêz dikin û rengekî xweş didin lûtkeyên Çêlmêrê.

Li Şengalê barîna baranên pêşwext îsal dîmenekî kêmwêne û balkêş ava kiriye; ji destpêka meha Îlonê ve bi tavên baranê re werzên salê ketine nav hev. Ev guherîna xwezayê bandora xwe ya herî mezin li ser herêmên bilind ên çiyê, bi taybetî li cihên mîna Çêlmêran û Serdeştê nîşan daye. Baranên Payîzê bûn sedem ku li seranserê dilê çiyê giyayê kesk şîn bibe û li şûna rengê payizê yê ziwa, keskahiya biharê vegere ser xaka Şengalê.

Ji ber ev rewşa hewayê tevlîheviyeke rind û xweş ketiye nav jiyana rojane ya xelkê herêmê jî. Di vê demê de ji aliyekî ve welatî ji bo komkirina berhemên payizê mîna kizwan û guhîjan berê xwe didin çiyan û di nav daran de digerin, lê rastî tavên baranê û deştên bi giyayê nû xemilî tên. Zevî û geliyên ku diviyabû di vê demê de ziwa bûbana, niha bi keskahiya xwe balê dikişînin û hewayeke hênik û tijî jiyan pêşkêşî mirovan dikin.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse