Nûnerê Taybet ê Sûriye û Iraqê yê Amerîkayê Tom Barrack li Stenbolê bi Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiya. Barrack got: “Me di civînê de îtifaqa bi kok a di navbera Iraq, Amerîka û Tirkiyeyê de hem hemûyan tîne ba hev û astengiyên herêmî nîqaş kir.”
Balyozê Amerîka yê Tirkiye û heman demê Nûnerê Taybet ê Sûriye û Iraqê Tom Barrack û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Stenbolê civiyan.
Tom Barrack têkildarî civînê li ser hesabê xwe yê tevna civakî ev agahî da.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî