NAVENDA NÛÇEYAN — Serokê Saziya Ewlekariya Netewî ya Iraqê, Basim Berdî destnîşan kir ku êrişa vê carê ya li ser Qada Gazê ya Kormorê ji yên din bi temamî cuda ye û got; “Ez wisa difikirim êrişa vê carê ji aliyê aliyek Kurd ve hatiye kirin.”
- Basim Bedrî di Konferansa Iraqê ya li Londonê de agahiyên nû li ser êrîşa li ser Qada Gazê ya Kormorê eşkere kir.
- Bedrî destnîşan kir ku cewher, şêwe û rotaya êrişa vê carê bi temamî ji yên berê cuda ye.
- Serokê Saziya Ewlekariya Netewî ya Iraqê got ku ew nikarin kesî tawanbar bikin lê dibe ku aliyekî Kurd êriş kiribe.
Cûdabûna Êrişê ji Yên Berê
Serokê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Basim Bedrî di Konferansa Iraqê ya ji aliyê saziya ramanê ya Chatham House ve li Londonê hatiye organîzekirin de, agahiyên nû li ser êrîşa dawî ya li ser Qada Gazê ya Kormorê eşkere kir. Basim Bedrî got; “Ev êriş bi temamî ji êrişên berê yên li ser Kormorê cuda ye, ku komên çekdar êriş dikirin. Lê vê carê cewher û şêweyê êrişê cuda ye, heta rotaya êrişê jî cuda ye.”
Nakokiyên Siyasî û Agahiyên Îstîxbaratê
Her kes dizane ku li Herêma Kurdistanê krîzeke siyasî heye û di navbera YNK û PDK’ê de nakokî hene. Ev êriş di medyayê de behsa vê êrişê tê kirin û bi van nakokiyên her dua liyan ve tê girêdan. Lêbelê, em nikarin di vî warî de xwe bispêrin agahiyên medyayê. Li ser vê mijarê em hewceyê agahiyên rast yên ewlehî û îstîxbaratê ne. Em nikarin kesî bi pêkanîna êrişê tawanbar bikin. Lê ez dikarim bi tenê bibêjim ku dibe ku aliyekî Kurd êriş kiribe.” Her wisa da zanîn ku ew nikare bibêje ka ji aliyê yek ji komên çekdar ve hatiye kirin an ji aliyê aliyekî derve ve, ji ber ku şêweyê êrişê navxweyî ye.
Pêşeroja Bûyeran
Basim Bedir di dawiyê de got; “Hikûmeta Iraqê hinek agahî li ser êrişê wergirtiye. Ez bi xwe jî di derbarê cewher, cûrê hedefgirtinê û rotaya êrişê de xwedî agahî me. Lêbelê, ez li vir nikarim bi serê xwe behsa van agahiyan bikim. Lewra ez ji lîneyên pispor yên tê…
Çavkanî: Rojnews Kurmancî