4 Kasım 2026, Çarşamba
Nûçe

Berpirsyartiya sereke ya Iraqê: Mîsogerkirina mafê xwerêveberiya Şengalê ye

🔴 FLAŞ HABER

NAVENDA NÛÇEYAN — Êzdiyan bi rêya peymana ligel hikûmeta Iraqê, pêngaveke stratejîk û demokratîk avêtin û bi vê gavê re rê li ber hemû plan û lîstikên navxweyî û derve girtin.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Di 26’ê Cotmeha 2026’an de YBŞ-YJŞ bi fermî entegreyî sîstema ewlehiyê ya Iraqê bûn.
  • Ev cara yekem e di dîroka sedan salî ya civaka Êzidî de ku dewleta Iraqê hêza parastina wan bi fermî nas dike.
  • Ji bo çareseriya bingehîn, divê Iraq rêveberiya xweser a Şingalê bi fermî nas bike.

Pêngaveke Stratejîk û Entegrasyona Demokratîk

Êzdiyan bi rêya peymana ligel hikûmeta Iraqê, pêngaveke stratejîk û demokratîk avêtin. Bi vê gavê, wan rê li ber hemû plan û lîstikên navxweyî û derve girtin ku dihatin kirin da ku Şengalê bixin nav pirsgirêkên nû û Êzidiyan rûbirûyê ferman û komkujiyeke din bikin. Êdî di çarçoveya vê entegrasyona demokratîk de, divê Iraq gavên qanûnî û destûrî biavêje û rêveberiya xweser ya Şingalê bi fermî nas bike.

Bandora Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Dema ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de pêvajoya aştî û civaka demokratîk da destpêkirin, projeya entegrasyona demokratîk li Rojavayê Kurdistan û Şengalê jî pêşxist. Ev jî bûye bingehê destpêkirina giftûgoyek nû li gel hikûmeta Iraqê. Di encamê de roja 26’ê Cotmeha 2026’an YBŞ-YJŞ bi fermî entegreyî sîstema ewlehiyê ya Iraqê bûn.

Naskirina Fermî ya YBŞ û YJŞ

Bi vê peymanê re êdî YBŞ û YJŞ wekî hêzeke fermî û wekî beşek ji sîstema ewlehiyê ya Iraqê hatin naskirin. Ev cara yekeme di dîroka sedan salî ya civaka Êzidî de dewleta Iraqê hêza parastina Êzidiyan bi fermî nas dike û ligel nûnerên rastîn ên civaka Êzidî peymanekê îmze dike.

Parastina Mafên Civakî û Olî di Destûra Iraqê de

Pirsgirêka Êzidiyan tenê bi entegrasyona YBŞ-YJŞ ya li gel artêşa Iraqê re sinordar û mîsoger nabe. Belkû afirandina bingehek demokratîke ku pirsgirêkên civaka Êzidî û baweriya wê ji binî de di çarçoveya destûrê de çareser bike. Di destûra Iraqê de jî tekezî li ser parastina mafên civakî, olî, siyasî û çandî ya tevayî pêkhateyên Iraqê kiriye. Di nava wan de jî Êzidayetî heye.

Pêşeroja Bûyeran

Tişta ku niha Êzidî bi vê lihevkirinê daxwaz dikin, naskirina mafê xwerêveberiyê ye û berpirsyartiya sereke ya Iraqê ew e ku vê mîsoger bike.

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse