Besê Hozat ji T24’ê re got: “Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo tê wateya naskirina nasnameya Kurd, çareseriya meseleya Kurd û azadiya Kurdan e. Ji ber ku Rêber Apo ne kesek, ew nasnameyek kolektîf û rastiyeke sazîbûyî ye.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe ya ligel Tugçe Tatarî ji Kanala T24’ê de bi kurtî ev tişt diyar kirin:
“Ji ber ku me dizanibû em ê çi bikin, hem kelecanî bûn hem jî aram bûn. Şewitandina çekan çalakiyeke sembolîk bû; nîşana derbasbûna stratejiya siyasetek demokratîk û biryardariya vê gava nû bû. Her hevrêyek di wê merasîmê de, bi vê hişmendiyê tevdigeriya û wateya vê çalakiyê baş dizanibû. Me stratejiya xwe guherandibû û me biryardariya xwe bi wê çalakiya sembolîk nîşan da.
Çavkanî: ANF Kurmancî