Berdevkê fermî yê hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî ragihand ku wan ferman dane balyozê xwe yê li Enqereyê da ku lêkolînê di daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê de bike û got: “Pêvajoya radestkirina baregehên leşkerî yên li ser sînorê parêzgeha Nînowayê ji bo Iraqî, roja yekşema bê destpê dike.”
Berdevkê fermî yê hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî, di daxuyaniyek çapemeniyê de zanyariyên nû li ser daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler yên ku gotibû hêzên wan ji Iraq û Sûriyeyê venakişin, eşkere kirin.
Heyder Ebudî ragihand ku derbarê daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê de peywendî li gel Wezîrê Derve yê Iraqê daniye û Fûad Husên jî ji bo helwest girtin û şopandina daxuyaniyan ferman daye balyozê Iraqê yê li Enqereyê.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî