9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

Bi girseyî serdana taziyeya Ayhan Yildiz (Zozan) ku di sala 1995’an de li Çiyayê Gabarê şehîd bû, li Nisêbînê taziye hat danîn, hat kirin. Di serdanê de peyama xwedîderketina li têkoşîn û nirxên şehîdan hat dayîn.

Ji bo gerîllayê PKK’ê Ayhan Yildiz (Zozan) ku hat ragihandin di sala 1995’an de li gundewarê Çiyayê Cûdî ya Şirnexê şehîd bûye, li navçeya Nisêbîn ya Mêdînê taziye hat danîn.

Taziye li Mala Taziyeya ya Newroz a li Taxa Devrîm hate anîn. Bi pêşengiya MEBYA DER’ê bi girseyî serdana taziyeyê hat kirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment