HELBCE — Li Herêma Kurdistanê gelek krîzên hene, lê krîza siyasî ji hemûyan zêdetir bandor li ser hemû aliyên jiyanê kiriye û çavdêrên siyasî rexneyên tund li herdu partiyên desthilat dikin.
- Heta ku Kurd di nava mala xwe de li hev neke, roj bi roja biçe wê paş bikeve û ev statû jî bikeve xeteriyê.
- Piştî zêdetirî du salan ji hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, deriyê parlamentoyê hîn jî girtî ye.
- Çavdêrên siyasî diyar dikin ku nakokiya di navbera her du partiyên desthilatdar de kûrtir dibe û welatî di rewşeke pir aloz de ne.
Deriyê Parlamentoyê Du Sal in Girtî ye
Li Herêma Kurdistanê gelek krîzên hene. Lê krîza siyasî ji hemûyan zêdetir bandor li ser hemû aliyên jiyanê kiriye. Çavdêrên siyasî rexneyên tund li herdu partiyên desthilat dike û dibêjin: Heta ku Kurd di nava mala xwe de li hev neke, roj bi roja biçe wê paş bikeve û ev statû jî bikeve xeteriyê. Piştî zêdetirî du salan ji hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, deriyê parlamentoyê hîn jî girtî ye. Nakokiya di navbera her du partiyên desthilatdar de kûrtir dibe û welatî di rewşeke pir aloz de ne. Li aliyê din kes xwe ji vê rewşa xirab jî berpirs nabîne. Çavdêrên siyasî yên Helebce li ser vê rewşê ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.
Hişyariya Çavdêrên Siyasî ya li ser Xetereya li ser Statûyê
Çavdêrê siyasî Mihemed Dûşîwanî diyar kir ku aliyê siyasî ve ne yekgirtî ne û got: “Heta ku Kurd di nava mala xwe de li hev neke, roj bi roja biçe wê paş bikeve û bigihêje wê astê ku ev statû jî bikeve xeteriyê.” Mihemed Dûşîwanî destnîşan kir ku divê aliyên siyasî li ser aktîvkirina parlamentoyê û avakirina hikûmetê li hev bike û wiha pêde çû: “Ji ber ku heta ew lihev nekin, tu destkeftiyek nayê bidestxistin. Tiştek heye ku ez vê kêliyê dibînim ku du salin hilbijartin hatine kirin û heta niha rewş bi vî rengî ye. Lewma gel dengê xwe dide ku nûnerê xwe diyar bike û beşdarî pêvajoya siyasî û pêşketina Kurdistanê bibe; lê belê tiştek pêk nehatiye. Heta ku ew pirsgirêk neyên çareserkirin, bikevin nava pêvajoyeke din jî wê ti serketin bi xwe re neîne.”
Pêşeroja Bûyeran
Çavdêrê siyasî Ebûbekir Karwanî jî li ser mijarê rexneyên tund li hikûmetê girt û got. “Gelo…”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî