BEXDA-ROJNEWS — Çavdêrên siyasî yên li Iraqê hişyarî didin ku ev rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, dibe ku herêmê vegerîne ser dema duîdareyî û herêmîbûna saziyan, bi taybetî piştî daxuyaniyên dawî yên Serokê YNK’ê Bafel Talebanî ku got ew ji hikûmetê vedikişin.
- Çavdêrên siyasî hişyarî didin ku rewşa niha dikare Herêma Kurdistanê vegerîne ser dema duîdareyî.
- Serokê YNK’ê Bafel Talebanî ragihand ku ew ê ji hikûmetê vekişin û li Silêmaniyê hikûmetê ava bikin.
- Şirovekarê siyasî Qasim Temîmî diyar kir ku ev biryara vekişînê nîşaneya bêhêvîbûneke mezin e.
Nakokiyên kûr ên di navbera YNK û PDK’ê de bûn rojeva giştî
Piştî ku şeva borî Serokê YNK’ê Bafel Talebanî ragihand ku ew ji Hikûmetê vedikişin û eger PDK li Hewlêrê hikûmetê ava bike ewê jî li Silêmaniyê ava bikin û eger Serokê Herêmê diyar bikin ewê jî bi heman awayî bikin; ev nakokiyên kûr ên navbera YNK’ê û PDK’ê bûn rojeva giştî. Çavdêrên siyasî yên Iraqê li ser vê mijarê ji ajansa me Rojnewsê re axivîn.
Metirsiya çêbûna du hikûmet û du îdareyên cuda heye
Şirovekarê siyasî Qasim Temîmî hişyarî da ku metirsiya çêbûna du hikûmet û du îdareyên cuda li herêmê heye. Li gorî Qasim, biryara vekişîna YNK’ê nîşaneya bêhêvîbûneke mezine. Temîmî destnîşan kir ku ev biryara vekişînê, encama nakokiyên kûre ku peywendiya wan bi rûniştina parlamentoyê re hebû û got; ‘‘Gelek partiyên siyasî rûniştinê boykotkiribûn; di nav wan de Tevgera Nifşê Nû û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê. Qeyrana niha nîşan dide ku peywendiyên navbera her du partiyên desthilatdar gihîştine qonaxeke pir xirab, ji ber ku di navbera wan de ti lihevhatineke rastî tune ye.’’
Nêzîkbûna YNK’ê ya li gel Bexdayê weke rêyeke alternatîf tê dîtin
Temîmî got ku nêzîkbûna YNK’ê ya li gel Bexdayê û xurtkirina peywendiyên wan, weke rêyeke din a li derveyî hewldanên yekalî yên PDK’ê tê dîtin û dibêje; ‘‘Ev yek nîşan dide ku têkiliyên her du aliyan di vê serdemê de ji lihevhatineke siyasî ya bi îstîqrar, an jî şirîkatiyeke rastîn pir dûrin ku bikaribe dawî li nakokiyên wan bîne.’’
Pêşeroja Bûyeran
Temîmî di dawiyê de destnîşan kir ku perçebûna niha nabe ku ji çavstaviyên siyasî û ewlehî yên herêmê cuda bê xwendin û divê alî ji bo çareserkirina krîzê gavên lezgîn bavêjin.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî