BASEL — CDK-S û YJK-S’ê bertek nîşanî girêdana pêkhateyên mafyayê bi Tevgera Azadiya Kurd û saziyên wê re dan û ragihandin ku ti pêwendiya wan bi van pêkhateyan re tineye. Bang li ciwanan kirin ku xwe ji van derdoran dûr bigirin.
- Televîzyona fermî ya dewleta Swîsreyê SRF’ê di 4’ê Mijdara 2026’an roja Çarşemê de, derbarê hin pêkhateyên mafyayê de dosyeyeke nûçeyan weşand.
- CDK-S û YJK-S’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku ti pêwendiya wan bi van pêkhateyên çeteyan re tineye.
- Saziyan bang li ciwanan kirin ku xwe ji van derdoran û pêkhateyên çeteyan dûr bigirin.
Rapora SRF û Nûçeyên Li Ser Îdîayan
Televîzyona fermî ya dewleta Swîsreyê SRF’ê di 4’ê Mijdara 2026’an roja Çarşemê de, derbarê hin pêkhateyên mafyayê de ku navenda wan Basel e û xebatên navneteweyî dimeşînin, bi rêya medyayê xwe bi Tevgera Azadiya Kurd re têkildar nîşan didin dosyeyeke nûçeyan weşand. Piştî vê weşanê, nûçeyên ku pêkhateyên çeteyên derqanûnî bi Tevgera Azadiya Kurd û saziyên nêzîkî wê ve girêdidin, li pey hev ketin rojevê.
Berteka Saziyên Kurd
Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) ên sîwana rêxistinî yên civaka Kurd in, têkildarî weşanan daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser pêkhateyên bi vî rengî yên mafyayî hewl didin xwe bi saziyên Kurd re têkildar nîşan bidin û hat destnîşankirin ku saziyên çapemeniyê jî bêyî lêkolîn û lêpirsînê bikin van îdîayan belav dikin.
Daxuyaniya Fermî û Nerazîbûna Li Hmberî Bikaranîna Nirxan
Saziyan diyar kirin ku li hember van weşanan û îdîayên derbarê wan de tên kirin pêwîstî bi agahdarkirina raya giştî dîtine û ev tiît anîn ziman: ‘Em vekirî û zelal tînin ziman: Ti pêwendiya me ya sazûmanî bi Tolhildan û pêkhateyên din ên çeteyan re tineye. Daxuyaniyên van koman ên ku xwe bi Tevgera Azadiya Kurd re girêdidin, nabe weke nîşaneya pêwendiya bi saziyên me re were qebûlkirin. Em bikaranîna nav, sembol an jî nirxên têkoşîna azadiyê ya gelê me ji bo rewakirina van pêkhateyan red dikin.’
Pêşeroja Bûyeran
BANGA LI CIWANAN KIRIN KU XWE JI PÊKHATEYÊN ÇETEYAN DÛR BIGIRIN
Çavkanî: ANF Kurmancî