16 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Çemçemal xwedî dîrok û têkoşîneke mezine

Dîroknas û kesayetê naskirî yê Çemçemalê Ezîz Sefer bal kişand ser beşek ji dîroka navçeya xwe û destnîşan kir ku dema berê li Çemçemalê jinan jî weke mêran kar dikirin.

Yek ji herêmên dîrokî yên Başûrê Kurdistanê Navçeya Çemçemalê ya li ser Parêzgeha Silêmaniyeyê ye ku cara yekem ji aliyê mirovan ve hatiye çandinî lê hatiye kirin û ji sedsala nehemîn ve wekî navçeyek hatiye avakirin û digihêje heta Germiyanê. Li ser dîroka Çemçemalê dîroknas û kesayetê diyar ê Çemçemalê Ezîz Sefer ji ajansa me Rojnewsê re nirxandin kir.

Dîroknas Ezîz Sefer bal dikişîna ser dîroka avakirina Çemçemalê û ev got: “Destpêka avakirina navçeya Çemçemalê vedigere destpêka sedsala 19’an û ji destpêka salên 1800’î ve hatiye avakirin. Berê Çemçemalê Gundê Ebû Zê hebû. Çend malek hebûn nêzîkî Goristana Mezin a Çemçemalê bûn. Niha her bi Ebû Zê binav û denge. Malbatek lê bû ku jêre ‘Qemer’ dihate gotin, heta dawiya salên 80’ê li wir dijiyan.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse