10 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Cenazeyê Hesen Keleş hate dîtin

Cenazeyê Hesen Keleş ê ku 30’ê Îlonê li bajarê Girkê Legê hate revandin, li ser rêya li bejahiya Til Koçer hate dîtin.

Malbata mamosteyê felsefeyê Hesen Keleş ê ji bajarê Girkê Legê ku di 2’yê Cotmehê de li ser rêya Derdara ya navçeya Til Koçerê hatibû dîtin, cenazeyê wî tespît kir. Tê payîn ku cenazeyê Hesen Keleş îro li gundê Sêgirka Çolî bê definkirin.

Hesen Keleş (50) di 30’ê Îlonê de ji sûka bajarê Girkê Legê ji hêla kesên nenas ve hatibû revandin û heta niha jî kesên ew revandiye nayên naskirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse