Meclîsa Malbatên Şehîdan cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdê Mihemed sparte axê.
Îro bi sedan şêniyên Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdê Mihemed li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê veşart. Ebdê Mihemed 11’ê Cotmehê (2026) di encama nexweşiyê de li Qamişloyê şehîd bûbû.
Di merasîmê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û şênî li pakrewangehê beşdarî merasîma veşartinê bûn.
Çavkanî: ANF Kurmancî