17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Cenazeyê şehîd Zehra li Hesekê hate veşartin

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Zehra Xelef li Hesekê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl, cenazeyê Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Zehra Xelef Şêx Ehmed a ku di 12’ê Cotmeha 2026’an de dema li ser erka xwe şehîd bû, spartin axê.

Merasîm li Pekrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê El Dawidiyê ya li gundewarê Hesekê bi amadebûna endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hat.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse