10 Kasım 2026, Salı
Nûçe

Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re

🔍 DERİNLEMESİNE ANALİZ

ENQERE — Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû anî ziman ku divê Rêber Apo di nava mercên azad û bi bandor de bi rola xwe ya pêvajoyê rabe û got, nêzîkatiya dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê ya hiştina ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne.

📌 Serhêlên Girîng:

  • Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû.
  • Dogû salvegera 27’ê Mijdarê li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz kir û cangorî bi minet bi bîr anî.
  • Bi wesîleya 25’ê Mijdarê jinên hatin qetilkirin hemû hatin bibîranîn û nêzîkatiya hikumeta AKP’ê hate rexnekirin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê nirxandin

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û tundiya li hemberî jinê nirxand. Di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku ew nêzî salvegera 27’ê Mijdarê dibin, bi vê wesîleyê salvegera 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, gelê Kurd pîroz kir û cangorî hemû bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr anî. Her wiha bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê jî jinên hatin qetilkirin hemû bi bîr anî.

Pêvajo di cihê xwe de ye û sekinî ye

Çîgdem Dogû bi nirxandina rewşa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest bi axaftina xwe kir û got, “Bêguman pêvajoyek heye û gelekî tê nîqaşkirin. Hinek dibêje ‘baş dimeşe û li ser rêya xwe ye’. Em jî dinirxînin. Ya rast pêvajoyeke ku di cihê xwe de ye, rawestiyayî ye. Baş û li ser rêya xwe nameşe. Bêguman zor û zehmetiyên wê hene, karên ku nehatine kirin hene. Ji ber vê jî em qala hebûna pêvjoyekê dikin, lê belê ev pêvajo çiqasî bi pêş ve çûye, çiqasî bi erênî bi rê ve diçe, ev hemî mijareke cihê nîqaşê ye. Lewma gava em ji aliyê rêxistinê ve dinirxînin, pêvajoyeke sekinî dibînin. Pêvajoyeke welê ye ku xera nebûye, lê belê çalak jî nîne.”

Pêşeroja Bûyeran

Ji bo pirsa “Gelo hinekî ji demê re tê hiştin?” Çîgdem Dogû ev bersiv da: “Belê, ji demê re tê hiştin. Lê belê ev rîskên cidî bi xwe re tîne û pêwîst e di vî warî de baldar bin.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse