Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Dersimê di civîna jinan de got ku beşdariya jinan a ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, wê diyarker be.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Dersimê bi dirûşma “Em gotina aştiyê ava dikin” civîna jinan lidar xist. Gelek jin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistina civaka sivîl beşdarî civînê bûn. Di civînê de rola jinan a di pêvajoya aştiyê de û girîngiya têkoşîna rêxistinkirî hatin nirxandin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu, diyar kir ku divê jin di pêvajoya aştiyê de bêtir cîh bigirin û destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo berfirehkirina doza Gulîstan Doku berdewam bikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî