Nobeta Ji Rêber Apo re Azadî ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her Çarşemê li pêşiya Ofîsa NY’yê ya li Cenevreyê tê lidarxistin di hefteyaa 298’an de berdewam dike.
Kurdistaniyan vê hefteyê jî bang li saziyên navneteweyî kirin ku berpirsyariya xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi cih bînin.
Çalakî, ji bo bîranîna Stêrk Serdar (Zozan Dozdar Haran), Remzî Amed (Cevdet Haran), Xebat Karaz (M. Yusuf Şik), Rizgar Serhildan (Reşît Çetînkaya) û şehîdên komkujiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmehê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Çavkanî: ANF Kurmancî