8 Ekim 2026, Perşembe
Nûçe

Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan

Ciwanên Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo meşek li dar xist û diyar kir ku ew ji bo aştî û têkbirina komployên li dijî gelê Kurd û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê didomînin.

Bi dehan ciwanên ji Dirbêsiyê bi amadebûna endamên sazî, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo meşek li dar xist.

Meş ji pêş Navenda Ciwanan heta bi Çerxerêya Cedeliyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û pankartên bi diruşmên “Bê Serok Jiyana Nabe” hatin hildan.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment