BRUKSEL — Serwîsa Guherîna Avûhewayê Coprnicus a Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku tê payîn sala 2026’an bibe duyemîn germtirîn sala cîhanê.
- Tê payîn ku sala 2026’an bibe duyemîn germtirîn sala cîhanê.
- Cotmeha 2026’an bûye germtirîn meha Cotmehê ya li seranserê cîhanê.
- Germahiya rûberên behran gihîştiye 20,95 dereceyan û rekorek nû tomarkiriye.
Rekora 2024’an û Pêşbîniyên 2026’an
Serwîsa Guherîna Avûhewayê Coprnicus a Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku tê payîn sala 2026’an bibe duyemîn germtirîn sala cîhanê. Copernicus a saziya çavdêriya avûhewayê ya Ewropayê, di nirxandina xwe ya mehane de ku di 6’ê Mijdarê de weşand, da zanîn ku bi îhtimaleke mezin wê sala 2026’an bibe duyemîn germtirîn sala cîhanê. Saziyê diyar kir ku sala 2024’an hê jî weke sala herî germ tê qebûlkirin û îfade kir ku îhtîmala ku sala 2026’an bigihîje vê rekorê yan jî jê derbas bibe ji sedî 20 e. Li gorî Copernicusê, sala 2026’an li gorî beriya serdema pîşesaziyê êdî hema pêkan e ku ji zêdebûna germahiya 1,5dereceyê derbas bibe. Bi vî awayî piştî sala 2024’an wê cara duyemîn salek ji vê astê derbas bibe.
Lihevkirina Parîsê û Hişyariya Pisporan
Lê belê pispor diyar dikin ku nayê wê wateyê ku ev yek îdîatirîn armanca Lihevkirina Avûhewayê ya Parîsê bi awayekî fermî tê derbaskirin. Ji bo derbasbûna armanca berbehs divê zêdebûna germahiyê tevahiya serdemeke dirêj di vê astê de bimîne. Li gel vê yekê tê diyarkirin ku ev derbasbûn bivênevê ye û dibe ku heya sala 2030’an derbasbûna mayînde pêk were.
Cotmeha 2026’an û Germahiya Okyanûsan
Li gorî daneyên Copernicusê, Cotmeha 2026’an bûye germtirîn meha Cotmehê ya li seranserê cîhanê. Germahiya hewayê ya navînî a gerdûnî, 1,75 dereceyan ji ya serdema beriya pîşesaziyê derbas bûye. Di meha Cotmehê de germahiyên okyanûs û behran jî gihîştine astên rekor. Ji bilî herêmên cemserê germahiya navînî ya rûberên behran weke 20,95 dereceyan hatiye tomarkirin. Ev yek ji rekora ku di Cotmeha 2023’yan de hate tomarkirin, derbas bûye.
Pêşeroja Bûyeran
Neteweyên Yekbûyî di 21’ê Cotmehê de daxuyaniyek da û hişyarî da ku dibe bûyera El Ninoyê ya berdewam dike, bûyerên hewayî yên zêde yên El Ninoyê xurt bike.
Çavkanî: ANF Kurmancî