Dadgeha Ceza ya Silêmaniyê biryara xwe ya di derbarê doza Lalezarê de da û cezayê girtîgehê li Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî birî. Her wiha biryara berdana du kesan jî da.
Dadgeha Ceza ya Silêmaniyê rûniştina xwe ya dawî di derbarê doza Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî de lidarxist û biryara girtîgehê li ser girtiyan da.
Li gor biryarê, li Lahûr Şêx Cengî 5 sal û 3 meh, li Polat Şêx Cengî 3 sal û 6 meh û li Rêbwar Hamî Hacî Xalî jî 2 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî