7 xwepêşandêrên ku di dema protestoyên meha Çileyê de hatin girtin, ji aliyê Dadgeha Tehranê ve bi 60 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê di derbarê ceza dayîna heft xwepêşanderan de raportek belav kir.
Di raportê de hatiye diyarkirin 7 kesên ku di dema xwepêşandanên meha Çile ya 2026’an de hatibûn girtin, ji aliyê Şaxa 23’yan a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tometa ‘Kombûn û têkdana ewlehiya giştî ya welat’ bi giştî 60 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Çavkanî: ANF Kurmancî